deway em nefse mel’ûnet dewê her derde wek cîwe

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  1711 Dîtin
deway em nefse mel’ûnet dewê, her derde wek cîwe
ke hatî kuştitin, ew řoḧî meḧiz, em cewherî zîwe
le dinya ta degate axîret karîgere tîrî
wekû tîrî tehemten zamî pak em dîw û ew dîwe
le eḧwał û meqamat er dwa xo, xo negořê lêt
her ew gurge, «ebuzeydî surûcî» tewrî gořîwe
’elawey bûne řoḧ, her bîkujî, e’da ’edû dekujî
çi ’eqłe? duşminî wa perwerî, kê xêrî lê dîwe!
le ’îşwey piř fenî dinya mebe eymen, ke wek noşî
be tefrey mey sed dana qeřabey zehrî noşîwe
wekû qetrîne beḧrê dîn û dinyayî pêşekî lê send
be herkes qetreye bermawe wesłêkî řewa dîwe
wekû dêw îşî ’ekse, mîhrî qehre, şerbetî zehre
firîbe, genmî her co, şîrî her do, řonî her pîwe
ke destit bo le ser ser nê, ser û małit be ẍaret çû
ke lêwî pê kenî, ’alem deka serşêt û kalîwe
le mekirî em ’ecûze û sîḧrî dêwî nefis emin meḧwîNasnava edebî
pena degirim be zatî eqdesî bêçûnî nadîwe