ke bê lêwî le ser lêwim binê řoḧim le ser lêwe

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  4003 Dîtin
ke bê lêwî le ser lêwim binê, řoḧim le ser lêwe
ke lêwî la berê, ełbette řoḧim derdeçê pêwe
şekerbarî, nimekpaşî, eger bibuwaye min demut:
ke ẍunçey taze pişkûtû deşubhê bew dem û lêwe
dełê her kes bibînê yar û eẍyarî be etrafa
xuda çîn em hemû dêwe le dewrî em perî şêwe!
heta řoje debê bo şamî şew hewłê bida her kes,
eger şahenşehe ew řoje řoyî şew be bê şêwe
beharê bû cwanî, bû be suxrey payîzî pîrî
be ser çû baẍ û baqî mawewey miştê çił û çêwe
meger şarî ’edem, cêyî wa tya ser geşte bim qate
byabane beşî mecnûne, xasî kohken kêwe
emînî şêtîye meḧwîNasnava edebî le mekirî nefsî emmare
meger řeḧmî xuda dembestî ka em mare engêwe