were ey dił le quř nîşe le hîcrana ke quř pêwî

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  533 Dîtin
were ey dił le quř nîşe le hîcrana ke quř pêwî
biřêje ey ciger xwênit ke muḧtacî dem û lêwî
suleyman ḧeşmete mûrîçeyî řahî ’eşq ey dił
were em me’rekey nefse nigînit ger heye û dêwî
le meydanî muḧîbbetda serî xot kiz ke wek seḧra
ke ferhadî ’eşq derkewt newek ferqit bika kêwî
meta’î şî’rî min ber nakirê lem ’ehdeda elbet
ke bibiřn qîmetî eşya be řîşî dewłetî xêwî
eger pişt řêşî barî mînnetî ẍem bê fereḧ ḧeqye
çi wextê nawî bû ta ẍem nehate nawewe nêwî
beşî ehlî muḧîbbet ger nemawe ẍem were qasîm
derûnî min ewa keyle eger keyyal û ẍem pêwî
ciger biryan û dił birjawî narî fîrqete ḧemdîNasnava edebî
telaşî çî dekey załim were bîxo ke bê şêwî