le min ba dił wekû dinya heta meḧşer tewella bê
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
713 Dîtin
le min ba dił wekû dinya heta meḧşer tewella bê
wekû mecnûn dił û dinya fîdayî çawî leyla bê
were mestane bo gułşen be mexmûrî nîgahêke
be kwêrî çawî nêrgis ca lemewla mest û şehla bê
beyadî qametit daym xerîkî em xeyabanem
le cewlanda ełêm bełke yekê hemřengî bała bê
demî to û ẍunçeye esbabî diłtengî min û bulbul
ke yarî feyz bexşe her wekû guł ał wała bê
were cana be tarîkî xerîkî xatîmey ’eşqim
beřûtî řûmetit binwêne ba şem’î mutala bê
be sehlî dem le esrarî demî namerd mede ḧemdîNasnava edebî
nepşikûtû ke nebuwe ẍunçe piř lu’lu’î lala bê