meke men’im le bitxane ke netdîwe senem kame

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  783 Dîtin
meke men’im le bitxane ke netdîwe senem kame
le cennet key egey wa’îz ke nebînî îrem kame
be teşrîfî eger ew şoxe meyxane muzeyyen ka
be zahîd bo ełên nameḧreme řêgey ḧerem kame
be dił safî nîye şêxim were biřwane peřřey dił
dezanî ca nîgarî lewḧ û esrarî qełem kame
wekû min mîḧnetî hîcran bibînê ger şewê zahîd
qyamet ca debînê tê dega goşey ’edem kame
le bezmî wesłî canana eger hemdem demê bûbê
dezanî durdî mexmûrî şerab û camî cem kame
le yumnî bade tenya min nemayendey xerabatim
bełê pîrî muẍan elbet ezanê muḧterem kame
eger mestî nîgahî to nebê mecnûne sa ḧemdîNasnava edebî
byabanî leber çî girte ber cah û ḧeşem kame