bê qedre kemałî ewî neymabê kemałî
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
712 Dîtin
bê qedre kemałî ewî neymabê kemałî
bem ḧałe meḧałe ke bibin ḧałî le ḧałî
zanîwte ger em derde be dił derdî nedawe
’aciz mebe ey ẍem wekû kuř bêrewe pałî
teyyare ke ẍewwasî diłî beḧrî hewa bê
bombaye tebî’î sedefî piř le lu’alî
ta neykeme tane leser em dîdeme xałî
her daẍe le diłmaye mełê xałî lexałî
’eşqêkî çi şîrînî hebû ḧezretî ferhad
axir wekû min dayewe mecmû’î betałî
bo gułşenî şadî defřê bulbulî teb’im
me’lûmme dinya deşkênê peř û bałî
dinya ke be to têkełe min têkełî nabim
ew bê şerefe qet demewê serwet û małî
wek espî ecel serkeşe îqbal û tecellî
wirya be, be quwet bigre destit be yałî
bem mîḧnete wa têmege birjabê birader
ał û geşe xwênî cigerit dyare ke kałî
ser lewḧî mezarim emeye xizme binûsin
ḧemdîNasnava edebî ke mecalî nebû sûta be cemalî