seyrî ’înwanî îşarey emir eda me’na biro

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  432 Dîtin
seyrî ’înwanî îşarey emir eda me’na biro
ye’nî ger nîte birader meylî şîrbazî biřo
nirxî xermuhrey nîye gewher lekin seřřafî ’esir
kumełêkim îstîqametda be tenha yek diro
min dirom dîwe le baẍî ’alema sewzîş buwe
sûkî û řîswayîye wextê eda ẍunçe û çiro
aşnayî qet legeł eḧmeq meke ger ’aqłî
ḧeyfe bo tûtî le teyra bê beker xorî giro
yek qisey řastîş bike bełkû dirot bo ser girê
mencełê jek qetreyê şîre ke deykate firo
menziłî dûre dirozin seyrî nakey ḧemdîNasnava edebî ya
em qumare her kesê eyka zû debê sûk û tiřo