bo be nînokî esef emca nekewme seng cinîn

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  533 Dîtin
bo be nînokî esef emca nekewme seng cinîn
kewte dem ’alem ke nawim herwekû neqşî nigîn
gel gelî ahûy xeta hatûne tebrîkatî zilf
bû be saḧêb xetit û tuřře her wekû xaqanî çîn
ba milim wek qumrî asarî bimînê ta ḧeşir
ey tebîb derman menêre ser birînê ser biřîn
kuştinim bem dar û berde řemzî têdaye řeqîb
feyz bexşaye ke dar û berdî şexsî ’arfîn
řuxsetî wesłî ke daye des řeqîb canan witî
ca’îze îsta silûkî ecnebî bo ehlî dîn
ew bite espî ke cewlanda le seḧray ulfeta
sucdegahê bû wekû bitxane bû bê małî zîn
lem telaşe meqsedî saman û dewłet key buwe
her beser ’alem degêřê custucoy mirdinîye jîn
destî qatîl sewz û xwênim sûr û řeng zerdim ke min
em hemû řenge eřêjim ḧeyfe şadîm ken be şîn
ḧemdîNasnava edebî nêzîkî nîgarî qet lela metłeb nîye
çunke daẍêkî be diłya nawe bote dûr bîn