cana were demêke dû çawim le řêweye

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  556 Dîtin
cana were demêke dû çawim le řêweye
ḧeşre mezenne boye dû ’alem bepêweye
min ’aşiqî cemalî kesêkim ke kafrîş
ew ḧusne babłê debzanim be kêweye
şêwawe ser le ’alem û ḧeyrane ’eqłî kul
westawe salîk û hemû ’alem le cêweye
namey ’emel muşabîhî řengî syahme
řoḧim fîdat zelîlim û çawim le êweye
řojêkî kes nepirs û zemanêke piř le tirs
bê tirs û pirs bifermû şefî’it lemêweye
ḧemdîNasnava edebî çîye gunahî debê qabîlî çî bê
lutfêkî to ’îlacî hemû derdî pêweye