danî nemawe aşî cîhan aş betał eka
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
2 Xulek
1893 Dîtin
danî nemawe aşî cîhan aş betał eka
#
ya faşî em sera’îre bo înfî’al eka
eḧwałî em zemane le kayey minał eçê
dinyayekî çi pûçe le zerfî betał eçê
lem baẍe her deme ke dega mîweyî dełêy
em kone gumeze le dukanî beqał eçê
neqis û kemałî xełqî cîhan mu’teber nîye
her dû muḧeqqeqe ke bedestî zewał eçê
geh řoje wa debê be esîrî zełamî şew
geh bedrî kamîle ke bederdî hîlal eçê
îqbal û şumî tab’î ’îlim û cehil nîye
řêkewte baze emřo sibeynê le dał eçê
eywanî cem ke hemdemî keywan bû muddetê
emřo bepestî xanexrape le çał eçê
ew newnemame sêberî dwênê le naz ekird
emřo le agiraye le çîlke û çewał eçê
bê lêwe em cîhane temaşa ke neyjenî
bînayî kwêre efseḧî daym le lał eçê
her nałe wa le burcî celala wekû hîlal
her mahe wa le kuncî melala le nał eçê
bazařî dehre qîmetî eşya be cêgeye
mêşê geyşte řûyî nîgarê le xał eçê
dinya henaseyêke neçûbê nehatbê
ḧałêke bû beçî ke le ’alem be ḧał eçê
bew ’umrewe ke bûyetî nûḧî witûyetî
dinya le řîḧleta le xewî bê xeyał eçê
biłqî ser awe kake cîhan tê bifkire to
bo kes nebû be mał û ne bo kes le mał eçê
xo labden le barî giranî ḧiqûqî xełq
binwaře hełgirî ke le fîley ḧemał eçê
negbetîye ew kese ke ’îzzetî nefsî ’irûc eka
şamî melalî boye le řojî celal eçê
bo nef’e xwaşnasî ’îbadet řyayîye
teqwayî em zemane be nirxî webał eçê
bangêkî tir le ẍeybewe êsta ke hate gwêm
hênde zułałe dengî le dengî bîlal eçê
zûtir le bê newa be menafî’ dega ẍenî
em ta be pê tenezzul eka ew be bał eçê
elḧeşir û welqyame cîhan axre dełê
luqmey ḧeramî îmřo be nirxî ḧełał eçê