ba le nawa xełqe nawî sû’îzen her hełgirîn

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 2 Xulek  481 Dîtin
ba le nawa xełqe nawî sû’îzen her hełgirîn
yek be yek bînîn û ’îbret ba ledûy eḧwel girîn
ger berî lîmo bida şîrîne emřo řengî zerd
bo xelef ḧeyfe berî tałî wekû ḧenzel girîn
darî umêdî benî adem gułî gendum deka
daweşîne ademî bîn û ke çî xerdel girîn
qafłey zeḧmet byabanî muḧîbbet tey eka
bem hewaye wek teyare bałî herwek mel girîn
lem byabane wekû mecnûn be yadî çawî leyl
besye ser gerdî ke gerdîn damenî meḧmel girîn
piłpiłî ’uşşaqe pêwendî muḧîbbet têk eda
ḧełqe ḧełqe yek be yek wek sîlsîle piłpił girîn
ser derênin wa zemane bazî şahî ber eda
bo sîyeh bextî heta key des be qaçî qel girîn
wesłî şîrîn bote ’adet têşe bazî pê ewê
meşqî ferhade be têşey ahewe serkel girîn
her leber berizbûnewey em kurde jêr pê kewtuwe
damenî mendûbî samî penceyî mis bêł girîn
wa le zułmata bira gel awî cawîdanî ḧeq
bo keşif destî minewwer herwekû meş’el girîn
ba’îsî fexre emîr îbnî emîre bo ḧiqûq
damenî zîllî cîhangîrî melîk feysel girîn
lutfî şahane û sexayî ḧatemaney ew heye
karî zeḧmet ba be destî cûdî ew eshel girîn
cewherî awêneyî dił jengî zułmî girtuwe
ba be tozî ’edlî ew şewqî wekû mesqel girîn
ta key em kwêr û şele îşẍalî fîkirî ême ken
destî kwêr birdin yekî berdê le qaçî şel girîn
ger be gwêy ḧemdîNasnava edebî deken firset le des ba derneçê
ba becarê zû biçîn û ser mekîney tel girîn