le ’eşq û ẍem kira řojî ezel terkîbî me’cûnim

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  523 Dîtin
le ’eşq û ẍem kira řojî ezel terkîbî me’cûnim
kemîşe bem ḧede emřo ke meḧzûn û ke meftûnim
le baẍî ’alema dêwaneye eşyayî bê ḧasîl
mîsalî bîdî mecnûn serifgende û xwar û mecnûnim
xîlafî arezûy gerdûn û dehrî dûne exlaqim
le řêy hîmmet biłîndîda şukir pamałî dû dûnim
beser naçê ewî sergerdî dinyayî muḧîbbet bê
ke řêgey pê nebê ḧeqme beser hatin be ser çûnim
le ḧesret çawî leyla řû le seḧraye wekû mecnûn
be dû mesře’ be mecbûrî dekem zincîrî mezmûnim
be yadî basî gułřûyan leser cobarî firmêskim
dełêy serwe ke westawe be şoxî teb’î mewzûnim
be xwênî min xeyałî waye řûsûrî bika qatîl
eger bê xwênî řû zerdem neka aza bê memnûnim
le yaranî zemana şadmanîm her mey û şem’e
ke hemřazin be dił germî şewêkî wa ke meḧzûnim
xîlafî ’adetî dinya be mergim şadmanin xizim
ke ḧemdîNasnava edebî nawî her kes wîstî bem eḧwałewe bûnim