çon zimanî xame neşkê nepçiřê řiştey xeyał

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 2 Xulek  627 Dîtin
çon zimanî xame neşkê nepçiřê řiştey xeyał
kaseyî piř mêşkî kelle bo nebê yekser betał
ḧamîy qewmî ze’îf û ’amîlî ’edil û eman
wa le kwê çonî binûsim çon binêrim ’erz û ḧał
çon lejêr em sêberî gerdûnî dûne derneçim
xesmî maderzadî qewmim saḧbî ’ezme û kemał
çon le saḧêb qudretî new’î beşer te’ne nedem
bo le bextî êmeda emřo hemûyan keřn û lał
bo bejêr beḧra deřon û asmanan keşif deken
bo çî naken keşfî derdî kurdî bê çarey şîmal
seyrî naken wek nîgarî lewḧî te’rîxî beşer
neqşî kuřřey erz eka wek beḧrî eḧmer xwênî ał
kê le qanûnî beşerda dîwyetî řastî biłê
bê qebaḧet xwênî em kurde le kullî kes ḧełał
bo be dara bikirê pyawî têgeyştûy qewmî kurd
bo binêjrê newcewanî pêgeyştûy wek nîhal
leḧzeyê nebřa le bedxiwahanî em qewme fereḧ
xêr xwahîş nebû anê wa bebê ḧuzin û melal
dirzî erzê her nîye êskêkî kurdî tya nebê
seg nîye neyxwardbê goştî jinêkî ya minał
wa be xwênawî sirişk û xameyî xamî mujem
em ’erîzem nûsî namerd bom bere badî şemał
bîbere mêşkî hemû efradî qewmî kurdewe
ta le quř nîşin le řojî matema al û ’eyal
řojî te’rîxî le bîst û çwarî marta waqî’e
řojî matem řojî quřpêwanî kurde kullî sał
qet bira nabê gile lem qewmî xotane biken
derdedarin boye nagen bo řefîqanyan be bał
dest le şerḧî derdî kurd hełbigre ḧemdîNasnava edebî çatre
nek bika neqilit heta řojî ḧeşir ceřî meqal