nenoşê awî guł bulbul minîş neynême ser dem dem
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
594 Dîtin
nenoşê awî guł bulbul minîş neynême ser dem dem
debê ew şîwenî guł, guł bika min giryeyî dem dem
ke camî mey kułî giryey suraḧî dî diłî piř bû
be çawî piř le eşkî xwênewe feryadî kird cem cem
wehamzanî cenabî ẍem le diłda cêy nîye hem hat
gelê małî dił awa bê ke day cêge û beşî hem hem
fereḧ ger hate kin min na’îlacim eydeme ber şeq
le yarî namuwafîq xwa nexwaste nek bixiwa ẍem ẍem
umêdî kirdewey şîrîn le naşrîn debê nekirê
ewî coyayî le’le qet şikî naçête ser tem tem
debê teşbîhî řuxsarî be qursî xor bikem nek meh
legeł awî ḧeyata mey qyas ekirê newek zem zem
le qursî řûmet û ẍunçey demî ḧemdîNasnava edebî su’alêke
leser zor zore îḧsanî cwanmerdan leser kem kem