xełatim xel’e ger bergî diro bo ber ziman nebiřim

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  442 Dîtin
xełatim xel’e ger bergî diro bo ber ziman nebiřim
dełên dem řûte ger kała beqed bałay zeman nebiřim
leber řû seyrî dił nakem xetaye wextî ’erz û ḧał
ke tîr zay’ debê ger çaw le amacî nîşan nebiřim
bexwênî xom heta şîrîn nekem diřkî gułistan dem
wekû bulbul debê çawîş le bezmî gułřuxan nebiřim
sedef wek şaxî mercan piř gewher bê her dem û lêwe
behay em tuḧfeyî deryayî ḧusne çon be can nebiřim
le subḧî newbehara řenge řû zerdî gułistan bim
wekû ’er’er ke nîme ten le esbabî xezan nebiřim
kiřîdarî meta’î wesłitin sewdageranî ’eşq
le bazařî muḧîbbetda behay ger min giran nebiřim
kemendikêşî serî zilfim ke min hatûme dinyawe
xełasîm qet nîye ta řişteyî řoḧî řewan nebiřim
be qursêkî genim řengî bidem ḧemdîNasnava edebî cîhan çake
wek adem pê be yek gendum le gułzarî cînan nebiřim