min be mecnûn damenê meḧzen kelamî tefreqem

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  509 Dîtin
min be mecnûn damenê meḧzen kelamî tefreqem
wamezane her minałane xerîkî şeq şeqem
çunke gahê herwekû dêwane kêwane cêgam
wek çeqeł gahê le çemda hemdemî boq û řeqem
geh degêřim aşî mîḧnet her be lafawî xeyał
ney girû berde dił û bestecger dem çeq çeqem
nefsî kafir manî’î mecrayî awî cogeye
bo binawane xerîkî bestinî ew eḧmeqem
geh zewî qûtim edat û geh felek cezbim eka
em be têhełdanî şeq ewyan be hêzî pêleqem
sa xuda ca wextî řeḧme bimxere ser řêy necat
çunke berd û xakî řêgey ew şefî’î mutłeqem
her wekû kwêrî serasîma ke řêga gum bika
wêł û sergerdane ḧemdîNasnava edebî gwê qułaẍî yek teqem