felsefey luqman le kin em załme naka filûs

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  504 Dîtin
felsefey luqman le kin em załme naka filûs
çî le esbabî deka layq be zawa bê ’erûs
aşnaye dest be tepłî ser le wextî
ḧesreta
qet hunermendan debin muḧtacî çûb û tepił û kûs
her dełêy bextî mine zilfî peşêwawî syah
ḧeyfe min teşbîhî to nakem be ’ac û abenûs
her seḧer hełsam denîşê ẍem be tewqî sermewe
em humaye qet deda meydanî teşrîfî fisûs
musteḧeqqî serbiřîne bangî naḧeq der eger
xo mu’ezzîn ’eyşî řendan tał deka nek her xurûs
sed du’aşî dercî kaẍez kird û te’sîrî nebû
dû çelîpay ta wekû zilfî nekêşa nûştenûs
her ke dîm xałî le ḧełqey çenberî zilfa witim
împîratorî ḧebeş kewtote bendî çarî řûs
pêy neka ḧemdîNasnava edebî be pê naga nebête gerdî řêy
taze lew ber dergeda řêgey dira bo xakbûs