setrî eḧwałî qebîḧî pêdeka kakim be nwêj
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
514 Dîtin
setrî eḧwałî qebîḧî pêdeka kakim be nwêj
damenî des nakewê mîslî welezzalîn dirêj
ferqî naka şerbetî mirdin legeł awî ḧeyat
çunke bê zewqe feqîre zahîdî sehba neçêj
sełtenet her mestîye řaste qisey pîrî muẍan
siřřî mestûre seraperdey xeyałe bengî gêj
saqîye xwên řêje yaran xwêne deynoşin mudam
meclîsî em ’esre xoşe her binoşe her biřêj
kes nebû řêge nîşanî xizrî bê çare bida
awî desniwêjî ḧeyate baẍewanî tak nêj
nûrî ’îrfane nîhayet cur’eyî şîşey şerab
durdekey çendanî wek min kirde nuktey saf bêj
ḧemdîNasnava edebî minnet barî cîlwey aftabî badeye
her kun û qujbin le beytîdaye bote zeřřebêj