eger cennet be meylî taqe şêxêkî xuda ka beş

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  1000 Dîtin
eger cennet be meylî taqe şêxêkî xuda ka beş
xuda şukire hemû cennet bika bo xoy be tenha beş
le beḧrî me’nya herwek sedef dîwanî ehlî dił
leba leb piř le le’il û gewhere û yaqûtî ał û geş
le yek bed tînet alûde debê dawênî dinyayê
xelel naga be řengî le’il eger bixrête beḧrî ẍeş
bełaye seyrî bałay ew nexîle seyrî pê çake
beşî zîndan û zincîre le ’umrî xoy buwe ser keş
ḧewasî min nîsarî çaw û ebro her dû zilifit bê
eger bikirê ḧîsabî nîsbetî em pênce bo her şeş
le pişkoy kułmî ew şoxe dyare awring detkê
îtirḧemdîNasnava edebî legeł awa mełên yek nakewê ateş