kes nebuwe nîşe hîç kesî ke bê lela be kes
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
1443 Dîtin
kes nebuwe nîşe hîç kesî ke bê lela be kes
na kes heye ke nakesî wek xoy bika be kes
nîme le kes le xom û le nefsim nebê gile
řîswayîye dexîle mebin tabî’î hewes
dił weḧşîye çiłonî dekey ey senem kewî
nemdîwe qet le małî kesa kew bebê qefes
bê hîmmetin ewane ke bê małn û deçin
bo xwanî eẍnya ke deryan ken wekû meges
merdî nîye be mezhebî min ew kese be tîẍ
bî’encinin le xesmî temenna bika ke bes
wek întîḧare sayeyî bê ’eqłî gewre çûn
kendawe her le xoyewe bê şik eka heres
pêşengî qafłe ke ker bû, meta’î dyarîye
bo cerdeye zeřandî ke nawext wekû ceres
mecnûn sîfet le memleketa ḧemdîNasnava edebî der biken
agirdenê be xanuwewe ger bida nefes