neydîwe şew be ’umrî buwe aftabî subiḧ

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  488 Dîtin
neydîwe şew be ’umrî buwe aftabî subiḧ
ya řeb çi řû řeşe ewî neydî ḧîsabî subiḧ
zahîd nwêjî subḧî qeza kird ke zilfî yar
laçû le řûmetî witî laçû nîqabî subiḧ
gerdin keçe muqabîlî gêsû milî nîgar
ḧeyfe şewe ke malîkî ḧełqe û řiqabî subiḧ
cebhey kiławî dilberî girt şu’leyî cebîn
îşẍałî meşrîqî ke dekatin tenabî subiḧ
zuhdî řyayî yek şewî zahîd be dînî min
nagate xêrî yek qedeḧî piř şerabî subiḧ
řojî xerap û meste be camêkî aftab
deyda be şew ke saqî ’alî cenabî subiḧ
wek řoje ḧemdîNasnava edebî řûmetî herkes seḧergehan
deşwa be destî şewqî le çeşme û serabî subiḧ