derdekewt ewsa be nadir car be carê of û ax

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  1525 Dîtin
derdekewt ewsa be nadir car be carê of û ax
êste deybêm û debînim piř be şarê of û ax
waqî’en diłsoze of û axî subḧî mustimend
dił newaye şew ke bikirê bo nîgarê of û ax
ḧîretim bo çî nelerzî erz neřûxa asman
to biłêy nebyeyn le subḧêka le zarê of û ax
bê řewace her le bazařî xudaşa boye wa
pûlê naka bîbeye şarê ke barê of û ax
xo feqîr û dewłemend mezłûm û załim wek yekin
gwê eger bigrî yekêkî to hezarê of û ax
min dełêm te’sîrî nebuwe û nîşîye ahî ḧezîn
bûyetî ger ba derî bênê demarê of û ax
wîrdî mexsûsî heye pîrî terîqet bo murîd
zîkirî şêxî êmeye deykeyn be carê of û ax
of û ax ḧemdîNasnava edebî le dem toşa xerîke sewz ebê
sêberî xoşe eger bikirê be darê of û ax