bote şuhret bo ’ecûzê ferqî ferhadî şikand

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  418 Dîtin
bote şuhret bo ’ecûzê ferqî ferhadî şikand
basî dinya ken ke estoy çende şehzadî şikand
xoy deřazênêtewe wek bûk û şûşî her nekird
ḧîlebazêke ke destî çende damadî şikand
dił be şagirdî leberçî xoş bikem wa seyr dekem
dujminî îdrake dinya qelbî ustadî şikand
min be qewmê tênegey bê çî biłêm ta têdegen
piştî min ya piştî xoyî û qewm û ewladî şikand
sufłe bo dił xoş deken em sûre gerdûn dayewe
ta biłindî ka bizanin ferqî eḧfadî şikand
řebbî řûy řeş bê ewaney ḧemdîNasnava edebî wa bo menfe’et
şîşeyî namûs û cîlwey cumle ekiradî şikand