na’îlace ’aqîbet ser řeq deçête sengiłax
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
444 Dîtin
na’îlace ’aqîbet ser řeq deçête sengiłax
çend be me’naye witûyane qedîmî şêx û şax
gewherî weḧdet le deryay fîkiretaye ey bira
ta bibê wadî miḧebbet řû nekeyte qesir û kax
meclîsî řendan le bezmî xusrewan kemtir nîye
çende meḧzûne be qanûnî tereb bê of û ax
yek nefes xozge le ḧałî xoy debû ḧałî nefam
ba wekû dabeste bibwaye le goşta sîxnax
beş kira meḧsûlî ’umirim kirdewem bo mayewe
małekem xełqî demaẍî pê deken merdane çax
asman ew řoje ḧemdîNasnava edebî kirdîye ber qews û qezeḧ
dî leber ew şoxeda şîrîne suxmey şîrdax