takey bibim be dîde û dił întîzarî maç

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  1485 Dîtin
takey bibim be dîde û dił întîzarî maç
takey nekem le sefḧey řûda şikarî maç
her wek xumarî bade ke bê bade naşkê
bê bose naşkê le mezaqa xumarî maç
dûy qafłey ’edem bikewm xoşe pêm deçim
řuxset bida le wextî wîda’a qetarî maç
xaney elf uḧade le kin min şewî wîsał
min swênd dexom yekê bû dełê ew hezar maç
min sofî nîm du’a nîye maçim jimare kem
ey meh fiřê de sebḧe çi ḧacet jimarî maç
lêwim be řoḧ geyştuwe řoḧim negate lêw
la nabrê dyare dezanim qerarî maç
ya řeb çi xoşe ḧemdîNasnava edebî le baẍî cemałya
wek guł çinan ke kewtuwete ser bijarî maç