min le ełtafî dirom pê xoştire cwênî serîḧ
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
544 Dîtin
min le ełtafî dirom pê xoştire cwênî serîḧ
zehre şekker xendeyî dił tałî lêwî dem melîḧ
suḧbetî řoşin zemîrane bida sefwet be dił
ẍeyrî awêne bizanim çî deka tûtî fesîḧ
mişterî miştê le barê bo nimûne seyr deka
kafîye bo ehlî dinya taqe yek îşî qebîḧ
pencey ebroy bû ke basî xiste řû şeqqulqemer
pêkenînî xaseten î’cazî naye dem mesîḧ
pendî nasiḧ çaresazî tînetî bedxû nîye
key be kełkî biłḧ û namerd hatuwe new’î selîḧ
têgeyştû boye ḧemdîNasnava edebî ’aşiqî xuban debin
karî zuştî kes nedî bîka ke însanî sebîḧ