dûkełî ahim sitûne hełdiraye xeymeyî ewc
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
500 Dîtin
dûkełî ahim sitûne hełdiraye xeymeyî ewc
małî dinya têk deda deryayî firmêskim be mewc
dił teqey tê kewt be carê bûn be nûkî nêzewe
çawî hełhêna ke teḧrîkî mujey kird fewc fewc
yek be yek dinya ke dinyaxwazî derkird û witim
ger tełaq edra be zewce wa debû eḧwałî zewc
aferem bo ew kesey fermûyetî dîqqet biken
dujminî danaye kełkî pêwebê nek dostî gewc
min le ẍem barim tewawe ḧemdîNasnava edebî feryadê bike
ba le xermanî zemana bom nepêwin her be zewc