zimanî lałe xamem her le basî ew deme efseḧ

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  1445 Dîtin
zimanî lałe xamem her le basî ew deme efseḧ
qisey bê xwêm be zîkirî bistey ew lêwaneye emleḧ
witim min nîme îstî’dadî serdarî wekû mensûr
witim ḧeqit dewê řîswa be dara kirdinî esłeḧ
be çawî çiłkin û tîrî qezawe bê legeł fikirit
řeqîb çonî dekey tertîb emende fîtneye peḧ peḧ
le şanem pirsî basî tuřřeyî mîşkînî egrîcet
emendey wit eme tûlî heye namerd welateşreḧ
behay xwênî minî pê nadrê gewherşunasî dehir
ke kirdûye be kanî le’il û guher kuçeyî mezbeḧ
be xamoşî le kin perwane dersî ḧuznî xwênd ḧemdîNasnava edebî
heta sûtin le meydanaye nabin ’arîfan efreḧ