wek gułşene kułxen be gułî řûyî ḧewadîs

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  373 Dîtin
wek gułşene kułxen be gułî řûyî ḧewadîs
wek kułxene gułşen ke neda boyî ḧewadîs
şeq şeq buwe binwaře ziman û diłî ’alem
bidrê ke wekû şane le gêsûyî ḧewadîs
ḧeqye ke demawdem degeřê herwekû telsiz
em xełqe demî wişke bebê coyî ḧewadîs
me’şûqî emel mîslî hîlalêkî ze’îfe
bedrêke ke derkewt xemî ebroyî ḧewadîs
tezwîr û diro yek bikewê ger be qeder kêw
qedrî çîye bo quwet û bazûyî ḧewadîs
marêke deka dewrî cîhan her be se’atê
derxa ke serî zilfî zeman mûyî ḧewadîs
ḧemdîNasnava edebî be ziman keşfî deka fikirî bed’endêş
bo yarî emel her degeřê towî ḧewadîs