ta key edey be xełqî le ’eqił û zeka zekat

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  708 Dîtin
ta key edey be xełqî le ’eqił û zeka zekat
kurde deka le ḧîssî ḧeyata ḧeya ḧeyat
îsłaḧî nefsî xot bike řazî bibe be ḧeq
îzharî ’îcze besye řewacî şika şikat
ta key le nef’î xot û zyanî xełqî dedwêy
ḧeyfe ke abřûy le cîhana tika tikat
ger saḧîbî ḧiqûqî be serbest biłê bide
nabînî boç le meḧfelî ’ama řya řyat
te’rîfî em zemîne çi şîrîne mutleqen
tamî deçê le mîsrewe nawî neba nebat
bab û biraye dujmin eger kase piř nebê
dujmin debate řîzeyî bab û bira berat
xełqî sera deka ke serupêyekî nîye
şêtane to dexey ke be tewqî sera serat
cewlangehî ’îbade weten ger be ẍîretî
fermû bike le saḧeyî xełqî tira terat
benzînî ’îlim û agirî hîmmet bibê eda
şewqêkî berqyane be çon û çira çirat
ḧemdîNasnava edebî beyanî ḧeq meke lem ’esreda newek
bo kuştinit bikêşê be piştî mila melat