filatûn bû witûye nabî qet emsalî xor cazîb

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  628 Dîtin
filatûn bû witûye nabî qet emsalî xor cazîb
bizane çonî řakêşa be řûy yarî ke kird ḧacîb
witim xozge ’ezazîlim be çawî xom dedî carê
le piř peyda bû şeytanê be dîmen her wekû na’îb
teşebbus ka be seg bo def’î gurgan ḧeqye xawen meř
ke załim bê emane def’î şer’en ca’îze û wacîb
dił û řoḧim le kin yare ke herdû saḧîb îdrakin
le xom xoşim bibim ẍa’îb le min yarim nebê ẍa’îb
le diłřeq her be nermî çare têhełçûne key neşter
beser berdî cewahîrda wekû řişte buwe ẍalîb
be nadanî meger carê bida yek mişterî tefre
îtir buřřa nîye tîẍî qisey sewdagerî kazîb
ḧeqîşt ger le kin xełqî bibê ’efwî bike ḧemdîNasnava edebî
be her new’ê bibê nabê le ferdê to bibî tałîb