zimanim şeq deba yekdem eger bêt û neba nawit

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  2143 Dîtin
zimanim şeq deba yekdem eger bêt û neba nawit
be kwêrî dadenîşim ger leber çawim nebê çawit
leber teşrîfî řêgey to nebê boçîme nûrî çaw
serim lazim nîye lazim neka bînême pênawit
le dawî zilifta wek daneyêkî cazîbe xałit
ke dił wa řadekêşê ta degate ḧełqeyî dawit
wekû mecmer serî kułimit be ahim hełdegîrsênim
bisûtê ba wekû ’enber seraser perçemî xawit
tebîbî derdî hîcranî minîş bîmar û mehcûrim
ke hatî dête der řoḧim lebatî ecrî hengawit
ke bo nexçîrî dił çawit ẍezalane degêřî to
le parêzam minîş cana wekû seyyadê bo řawit
wekû xełqî dełên bê qewle emma her le îłtafa
le cewra ḧemdîNasnava edebî tenha şahîde bo ’ehdî neşkawit