zeḧmetit kêşawe napoşê cemałî to nîqab

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 2 Xulek  636 Dîtin
zeḧmetit kêşawe napoşê cemałî to nîqab
řoj le řojî nakewê erz û sema bête seḧab
ta ’ereq řêjî xecałet guł le şermî to nebû
neydezanî baẍewan bê çareye beḧsî gułab
arezûy tełtîfe canan boye tekdîrim deka
kê be te’mîr îḧtyace ta nebê xane xerab
her dełêy ew şoxeye gerdinliẍî kirdote mil
saqî zincîrî milî mînayî bê gerdî şerab
muctehîd ew şerḧî zilfey dî le sefḧey řûmeta
ca witî her ’aşiqî em dîneye ehlî kîtab
ger le xot û ’aşiqanit arezûte tê bigey
ey senem wek mudde’î ef’alî xot bêne ḧîsab
agirim girt saqya em şer’e hergîz nakirê
min biłêm bêne şerab û to biłêy bêne kebab
ta berî pê çawî ser ḧeqye bibînê daẍî dił
ta seraperdey felek cewlan deka her wek şehab
cêm nîye bimirim tya řahîb ’ilacî min çîye
cêgeyî şêxe îtir nabê be małî kes turab
bo wesił deste û du’a bom pêkenî dilber witî
wextî xot zay’ meke nabê du’aket mustecab
em fîraqe dozexe bo ’aşiqî dana xuda
ḧemdîNasnava edebî çunke naxrête kûrewe duřiř û xoşab