leser řû perçemit kirdûyetî teşrîḧî ayînit
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
726 Dîtin
leser řû perçemit kirdûyetî teşrîḧî ayînit
mesîḧî bê eger ehlî muḧîbbet dête ser dînit
be yadî xałî toye secde ber more deben şî’e
le mil zunnar deken çînî le xoşî zilfî çîn çînit
çi îmkane qemer hełbê muqabîl şemsî řuxsarit
be perwane nebê perwîn le şewqî çawî perwînit
be carê towî mîşk û ’enberî her kird be koy zuxał
ke boy hêna seba naw û nîşaney xałî mîşkînit
le şaxa dengî ferhadim le gwê dê her dełê ’aşiq
be gij kêwa biço namerd hete ger ’eşqî şîrînit
pił û pûşêkî wek min kewte ber ew şem’î řuxsare
ḧeqî sûtane nabête delîlî lutif ya kînit
ewî leyla periste ney sware her wekû mecnûn
ke westa merkebit dinya perist bîke le xot zînit
wekû îksîrî eḧmer xalîse xwênî diłî ḧemdîNasnava edebî
řewaye êste bîkeyte nîgarî destî řengînit