wekû řojê le meẍrîb yexxe dabdiřêt û ser derxa

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  755 Dîtin
wekû řojê le meẍrîb yexxe dabdiřêt û ser derxa
qyamet hełdesê wek subḧî meḧşer sîne ger derxa
nîşanî dam seba ’îlmî perêşanî leser perçem
mu’ellîm çon ke şerḧêkî mutewwel muxteser derxa
ḧîsabî çûne cennet zeḧmete ’alem le dił derken
meger ew şoxe gułzarî cemalî serbeser derxa
mełên lale şehîdî ’eşqe dił piřdaẍî hîcrane
deba bê new’î min daẍî dił û xwênî ciger derxa
hezaran mirde zîndey xendeyêkî yare ba dinya
wekû miryem mesîḧayê leyek yaqûtî teř derxa
le bustanî cîhana ger nexîlê îddî’a coye
legeł bałayî to lîmoyî şîrînî be ber derxa
heta subḧî qyamet nêrgis û ẍunçe çiro naken
le gułşenda ke yar subḧê dem û goşey beser derxa
le deryayî wicûda neydî wek to gewherê ẍewwas
meger mîsilit le deryayî ’eddem destî qeder derxa
meḧałe muşkafî ḧemdîNasnava edebî bête mewqî’î bînîn
meger yar wek myanî xoy be te’rîfî kemer derxa