be bînînî şirûtî ’eşqî min perwane bû meḧcûb
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
954 Dîtin
be bînînî şirûtî ’eşqî min perwane bû meḧcûb
ke zanî em ḧîsabate be sûtin nakirê meḧsûb
kemendikêşî zilf xełwey le gułzarî cemalaye
bełê cennet mekane lem dere her kes ke bû meczûb
legeł em şewket û şane xuda ’aşiq beşoxî bê
xuda her xoy meger zanîwye çende dilbere û meḧbûb
şukir wa gerdî dawênim dekewme ’alemî bałaş
deba pênc û dû řojê sa le dinyada bibîn mensûb
ke yar awêkî řeḧmet bê diłîşim agirî qudret
de em sewdaye key dekirê ke wa bin tałîb û metłûb
witim řaste qisey xełkî û qedîmî pîsî pîs deyba
ke lerzî bo cenabî şêx biřî yek kaẍezî mendûb
hewênî şîrî safî şî’rî ḧemdîNasnava edebî basî şêxane
etirsim bîbziřkênin ke nabin qet bebê aşûb