tehî deste sexî exiz û ’eta herwek qemer beşye

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 2 Xulek  526 Dîtin
tehî deste sexî exiz û ’eta herwek qemer beşye
xesare řencî mumsîk nane sik wek řenicber beşye
le bezmî ’alema saqî ke çerxî sufle perwer bê
lebatî mey îtir ehlî huner xwênî ciger beşye
leber sozî fîraqit şew be dił nabê bikem yadit
be cêywada şewî wa her kesê biřwa şerer beşye
be yek cilîwe be pê çûnî ke dîm sûtandimî fermûy
sefer bo koyî min herkes beser neyka seqer beşye
be lêwî wişkewe giryanî ’uşşaqî ke bîst fermûy
biłê tînûy byabanî muḧîbbet çawî teř beşye
witim ’eksî serapatî negirt awêneyî çawim
witî ’eksî bitan merdum heta qubbey kemer beşye
dexîl ey pîrî mey neşka xumarî min be řetił û xum
witî mestî nîgeh daym xumar û derdî ser beşye
ewî dujminme yarî yar û saḧêb sû’î zennim bê
melek bê her wekû canî hemû leḧze xeter beşye
le xwênî bê newayan piř buwe kasey kelî dinya
beşî her do řijane pîrejin ye’is û keder beşye
ewî bedxû be xoyka ta qyamet dujminî nayka
ke seyl xorakî çiłkawe hemîşe derbeder beşye
dirextî serkeş û bê ber le baẍî ’alema ḧemdîNasnava edebî
wekû ’er’er seruber her biřînî muxteser beşye