lêm geřê wa’îz îtir sûřet peristî karme

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  467 Dîtin
lêm geřê wa’îz îtir sûřet peristî karme
em celale seyrî ’eksî diłfirîbî yarme
xwênî cergim ger ledest û pê girî herwek xene
ca dełêm xozgem be xom xwênim leser xunkarme
zeřřebînim boçîye ger zeřře nûrî bê beser
cîlwe bexşî dîde ’eksî şewqî mehřuxsarme
çerxe tuxwa ba bizanim çone řesmî bit perist
řûbeřûy sûřet le xake kewtinim řeftarme
şêwekey bê deng eda em ’ekse teskînî be dił
bê beşe demdem be dem ḧeqme ke her hawarme
leb bexende suřetî canane ḧemdîNasnava edebî seyr eka
bo nîsarî boye şîrîn wek şeker guftarme