egerçî pîre dinya seyr ekey hêştakû mindałe

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  616 Dîtin
egerçî pîre dinya seyr ekey hêştakû mindałe
wekû mîwey şerabirdû řizîwe řengî her kałe
hemîşe bîkire dinya çunke me’şuqî kesanêke
xeyałî derkî bê kwêre umîdî nutqî bê lałe
huma êskî suwa hênde geřa bo toze êsqanê
keçî laşey qełe û daym leser xwanî qel û dałe
diłim piř daẍe cergim xwênî lê detkê wekû lale
ke min sûtawî ew lêwem debînim meskenî xałe
dirêj û kurtî ’umrî ehlî dinya tabî’î ’eyşe
fîday şamî wîsalêke le hecra ’umrî sed sałe
be řeng û bo nîye îḧsanî dinya her be řêkewte
le ney şekker debarê jałe bew şîrînîye tałe
were ḧemdîNasnava edebî ewî małe le pêş xota řewaney ke
ewey bê cê ke çû wa çû ewî cêy bêłî key małe