duřî eşkim le ’eksî xwênî cergim ’eynî yaqûte

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  536 Dîtin
duřî eşkim le ’eksî xwênî cergim ’eynî yaqûte
were em xezneye lêwanî yaqût û duřî řûte
ke laçû perçemit emşew witim řoje ke nemzanî
şems tenwîrî wa naka eme her cîlweyî řûte
min û dił qîbleman herdû muqabîl kird mutabîq to
legeł mîḧrabî ke’be taqî ebrot keç nîye cûte
le bêdad û sitemda bo minî bêçare serbestî
sewadit botewe cana eme her kirdewey zûte
minî afet zede qedirim çîye binwaře şêrî neř
le bêşey zamdarî tîrî ẍemzey çawî ahûte
lebî zexmim leber şewqî tełeb dûbare şeqqî bird
dełêy meylî dûbare zerbî tîẍî dest û bazûte
tepûkoy seydî bêçare le xoşî wesłî seyyade
keçî mirdim nehatî bê beła bî her eme xûte
şikafî sînekem peywestî her naka dewa qurban
eger řeḧimit heye muḧtacî hewdayêkî gêsûte
şu’a’î řûmetit muşkîl bû ḧellî kirdewe ḧemdîNasnava edebî
be der wek nuqteyî pergarî ḧepsî da’îrey mûte