mîslî ’ebdułła ’îbadet xełqî bo yezdan eka
bo ser kêlî ’ebdułła efendî sûre
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
2083 Dîtin
mîslî ’ebdułła ’îbadet xełqî bo yezdan eka
çunke bo bûn û nebûnî kullî şit firman eka
xełqî baweřyan be fexrî enbya bê şik heye
çunke meḧbûbî xudaye û xel’etî qur’an eka
bo ewamîr bo newahî cuz’ û kul quwet hemû
cîlweyî xwaye ewîş lutif û qehir îḧsan eka
qet mebin ẍafił le dergahî celalî kîbrya
lutfî zore sałî te’rîxî wefat «ẍufran ekaHisaba Ebcedê: ẍufran aka»