mîslî ’ebdułła ’îbadet xełqî bo yezdan eka

bo ser kêlî ’ebdułła efendî sûre
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  1697 views
mîslî ’ebdułła ’îbadet xełqî bo yezdan eka
çunke bo bûn û nebûnî kullî şit firman eka
xełqî baweřyan be fexrî enbya bê şik heye
çunke meḧbûbî xudaye û xel’etî qur’an eka
bo ewamîr bo newahî cuz’ û kul quwet hemû
cîlweyî xwaye ewîş lutif û qehir îḧsan eka
qet mebin ẍafił le dergahî celalî kîbrya
lutfî zore sałî te’rîxî wefat «ẍufran ekaAbjad Numerals: ẍufran aka»