feleka bê bext

Li pirtûka:
Bahoz
Berhema:
Usman Sebrî (1905-1993)
 4 Xulek  1048 Dîtin
feleka bê bext şikand darê min
nema kes rûnişt li ber arê min
ji du hezar sal heya bi îro
azadî nema di nav warê min
zorkerên bê bav bi fend û xapan
di berhev xistin dost û yarê min
qenc û çakên min tev dane kuştin
qelandin riça karguzarê min
serek û rêber di welêt neman
li erdê hiştin koç û barê min
ji hev perçe bû kurdistana gewr
ket nava destê çar neyarê min
kirne guneh bi kurdî peyvîn
wan divê rakin ziman, zarê min
dewlemendê min hate şêlandin
ji welêt derket tev zîvarê min
ew kesên ku xwe mezin dinasîn
roja teng nebûn bendewarê min
çend heb ji wana mabûn di meydan
îro tev revîn ji ber barê min
hinek ji wana bê şerim û fihêt
bi destê neyar bûn sîmsarê min!
dixiwazin îro bi hîzebûnî
bi derxin kurdan ji ber karê min
qiřak, tot û tund ketin warê min
koleyên kolî kolîdarê min!
ji xeynî felek min hene neyar
li dora welêt bûne çarinkar
çav dane dîlî, bindestîya min
bi zorê hîştim bê ziman û zar
berê rabûn me tirkên tûranî
’ecemên guhpêl... bêwar
herçî li îraqNava taybet û îranNava taybet bûyî
dihêlim ji bo goranNava taybet û hejarNava taybet
dê tenê bêjim kurt û serpilkî
ku çawan tirkan xwîna me xewar
ji tirkan sê kes xudan guneh bûn
«kemal ataturkNava taybet», «’îsmetNava taybet» û «bayarNava taybet»
di nav sî salî ji gernasên kurd
sê hezar mêrxas şandine ber dar
ji dêrsimNava taybet, sasûnNava taybet, gelyê zîlan
piranNava taybet û lice’e, reşkotNava taybet, pencînarNava taybet
madenNava taybet û hênNava taybetê, kotolNava taybet û hîzanNava taybet
mirdêsNava taybet û botanNava taybet, vartoNava taybet û xizxarNava taybet
ji mûşNava taybet û bidlîsNava taybet, xarpêtNava taybet, hezarromNava taybet
ji sêritNava taybet û wanNava taybetê, amedNava taybet û ḧekarNava taybet
du sed hezar kes ji me dan kuştin
hinek serjê bûn wek pez û dewar
ji vê jimarê mezin, biçûk, jin
bi agir sotin bîst û du hezar
şêst û çar hezar hinartin surgûn
hinek jê mêrxas, hinek jê maldar
ev hemî ji bo çavtirsandinê
heya ḧeqê xwe nexwazin yekçar
lê van kirana em netirsandin
kesîn bi rûmet natirsin tucar
qiřak tot û kund ketin warê min
turkên weḧiş û hov kolîdarê min
piř kûre riça şûreşa kurdan
holê serpilkî nayê salxdan
tenê dixiwazim rûpelên pêşîn
kurtebiř bêjim di nav van xêzan:
berî her kesî ala xwe hil da
tev leşkerê xwe «ceneral îḧsan»
lê dema felek berî jê guharit
dakete îraq vala hîşt meydan.
piştî wî rabû «şêx se’îdNava taybet»ê kal
tev ’eşîrên kurd daket ji pîran
begên malkambax, aẍayên bê bext
bûn destê neyar li ser pişta wan
piştî çar mehan bi şeřên xûnrîz
ket nava lepê leşkerê tirkan
ku şerê leheng bi dilekî xurit
darve bû digel çil û heşt mêran
lê agirê ku şêx se’îdNava taybet dada
cih cih vêdket li deşt û çyan
cihek ji sasûnNava taybet, cihek ji agirîNava taybet
hêlek ji serḧedNava taybet heya erzincanNava taybet.
dawya gişka rabû ji dêrsim
«şêx seyd rezaNava taybet» sala sî û heştan
ji ber ku nebûn jê re alîkar
pê nebû hilde giranbarê han
piştî gelek şeř, kuştin û mirin
ala şeř daxist xwe siparit tirkan
tevî xelkê xwe bû dîl û bindest
xurtemêr kuştin, qelsê wan berdan
çîřoka şûreş gelekî dirêj
têr nakin jê re ev rûpelên han
ji me tê xwestin divê bibîrin
herdem vê yekê bidin ber çavan
qiřak tot û kund ketin warê min
çêjkên cengîzNava taybet kolîdarê min