wefda kurdî

Li pirtûka:
Bahoz
Berhema:
Usman Sebrî (1905-1993)
 5 Xulek  936 Dîtin
dibêjin wefdeke kurdî!
li ser zînat û sitemkarya ’ecem
nivîsareke dûr û dirêj,
li parîsCihê daye sekiretêrê heyeta umemNava taybet!..
 
tê de bi ser û ber kirye
çêla biserhatya kordên cwanrûCih,
ku hinde jê hatne kuştin..
jin û zav û zêç ji ber lingan çû...
 
ma kînga ḧeq tête dayîn.. ho?!..
heke xwedî heqne dest bi dar be;
ola wî kirin û mirin,
dilpola û guriçkiznar be.
 
di navbera daxwaz û daxwaz de,
ferq heye ji erdê leya bi ezman
reben û parsek tên qewtandin
her dem hatye nasîn heqê xurtan.
 
qelsî, rya mirin û winda bûne,
mirnek kirêt, windabûnek bê doz...
çi gelê xwestye aza bijî,
xwe daye nasîn bi zaravayê bahoz...
 
heke we divê heqê xwe bigirin,
zûka destê millet biẍînin dar.
an na, dengê me nayête bihîstin,
dê bimînin şerpeze, bindest û bêwar...
 
agirê serxiwebûna milletan,
divê xebateke xurit û gelêr û yekirû.
tenê bi pifkirnê vênakeve,
jê re dixiwaze gelek êzing û ardû..
 
ardûyê vî agirê han,
divê em bin, ho.. kurdên camêr û bi rûmet!
mirin û hepis û birçî bûn..
divê ji me re bibin wek cejin û dawet.
 
gava me xwe ji vê da paş,
dê çawa dengê me bigehê cihan?
bê şeř û gelş û qiřên û lêdan,
lingê me naçe nav axa kurdistan
 
cihê ku îro em kurd
ji bo cwanrû bibin piştimêr û gaz,
bi ser ecemen guhpêl de bigirin
bi top û tifing û şûrê taz.
 
ne herwekî qels û rebenan,
tenê çav bidin peyv û gilî û gazin..
mehder û alîkarî û piştimêryê,
biçin ji zorker û rêbřan bixiwazin!..
 
ma kîye ew civata milletan?
ewn şandyên çend dewletên kolîdar,
wan li dora xwe civandine
peyayên milletên qels û reben û jar.
 
herwekî ew dixiwazin
ji xwe re hin qanûn û rêzan danîne,
naxwazin rastyê binasin
ola wan, zor û zînat û pêkarîne
 
rê û dolwa cîhanê,
goreyî kar û daxwaza xwe digeřnin!
çi rast be, çi derew be,
milletên biçûk li pê xwe radkişînin...
 
bi navê heq û dadmendî,
tovê şeř û zînat û gellacyê çandin..
kesê ku qîma xwe pê nanî
bi ser de gulle û bombe barandin!..
 
heke evne welêye,
çawan firansiz bi tang û top û tifnigan
welatparêzên ceza’îrî
dikujin û dipelçêqin di bin ingan!..
 
ma ji bo çi ew koma rêbřan,
dest nade ber darê sitema zorker?
heke wê qanûn û rêzan hene,
çima danade dergehê kuştin û şeř?!...
 
mane ew koma qeşmer bû ku,
leşkerê xwe dişande şeřê korya?
da ku bi zora dar û tifing,
wan têxin bin destê maldarên emerîka.
 
heke ranebûna maw-sî-tong,
serdarê çina gelêr, ew pilingê zer;
dê korya tev bibuna kolî,
tê de aza nedman tu cih û dever...
 
ji hêla din hind-çinî,
dema xwest bibe serxiwe û aza;
bê ku bazgûrî kesî be
ajote ser kolîdar wekî baza.
 
qet nedhate bîra wan
ku tu rojan bi lavayî û bergeř û gazin,
ji wê koma rêbiř û nemerdan
serxiwebûn û azadya xwe bixiwazin.
 
bi şeřê dyan-byan-fû,
û berî û bi gelek şeřên xwînirz û giran..
şikandin serê kolîdarê pîs,
bê nav û rûra’et kirin di nav cihan.
 
ji hemî milletên bindest re
rave kirin rya serbestî û azadî,
ka bê kuştin û mirin
kes nagehê warê rûmet û şadî.
 
berî vê p çar sed salî
zanayê me kurdan ehmedê xanî,
rya felat û azadyê
ji gernasên îro piř çêtir dizanî
 
dibêje: nedin bîra xwe ku,
bê ceng û têkoşîn û sergermî..
ma welat tên sitandin,
bi bergeř û lavayî û zernermî?!..
 
şerme ku em xwe deynin,
bazgûr zorkeran bin û bibazin.
divê me dar bi dest be
her bi serê ço hecjê xwe bixiwazin.
 
heke em dirêjî mirnê nekin
wek lokê har û hêc û girgîn,
çawan dê bikeve destê me?
 
welat û rûmet, serbilindî û jîn..
***
ho... xortê kurdê heja!
hêvya gel û welat û welatyên min...
rabe bi merdî serî hilde,
şerim û fihête ji bo te îdî nivsitin.
 
kurdistan, waye gazî te dike,
bîrû wek şêran biçe hewar û gazî...
bavê te, dema mirnê
ji te re hîşt bû şûrek tûj û tazî...
 
lê tene ji ber qelsya te
û şûrî girtye qiřêj û pask û jeng!
di nava gelên cihanê de
tu tenê maye bê nav û nişan û deng...
 
wekî mêran dest bibe xwe
wî şûrî hilde rast û çep daweşîne,
bend û kemendên di dest û lingên kurd
pê bibře û bi carekê bişkênîne.
 
guh mede gotnên qelsan
dê wek tiryaq laşa te bitevzinin,
hevalya wan şerimsarye
dê rehên mêranyê di te bimrînin...
 
derdê te mezin; lêne bê dermane,
birîna te biteşe, gelekî kûr...
ji min bibhîse şîreta biran
te ninin derman, bê tifing û şûr.
 
heke neyarê meye zorker
çiqasî xurit be, xudan keştî û leşker,
bê şivişk dê zora wî biçe,
heke di nav me hebin sergevaz û rêber.
 
ez bawerim ku hûn xortên kurd.
li bende kêsa xwe mane rawestî...
dê hemin serê xwe hildin
qel bi we nakeve ev qelsî û bindestî!...
 
ez bi hêvya wê rabûnê,
bên sî sal naxwazim darê xwe bavêm;
heke bi rûmet û azadî nebû,
ez vê jîna derbeder û bindest navêm.