ho xorit

Li pirtûka:
Bahoz
Berhema:
Usman Sebrî (1905-1993)
 2 Xulek  753 Dîtin
ho xorit!
xortê kurd.
pêşengê xebat.
hêvya welat.
kuřê bav û dê.
ji bo azadî.
ji bo serbestî.
bi şev û bi roj,
me divê xebat.
heval û hevrê!
azadî bi dûketne.
berî her tiştî,
ji her ramanek,
ku me bi dûr xe,
ji armanca me.
heya em navên,
ramanên cankuj,
di nav serên xwe.
çawan sar dibe,
ev tivanca me.
hin ji me
bawerin ku,
azadya welêt
ji neyaran,
ji zorkeran,
ewe serxiwebûn.
a rast.
çi ramanek kevin.
çi ramanek nû,
ku me girêde.
me dike kolî.
ewe wendabûn.
divê em,
berî her tiştî,
bi nêhrîna xwe,
bi ramana xwe,
aza bin serbest.
çiqas em
bêne girêdan,
bi ramanên xelkê,
li ser rya wan,
dê bibin bindest.
bo çi tu,
xwe qels dibînî,
kêmtirî xelkê?
dûvk û teřî,
şermende,
reben û bêkêr.
çi roja,
ku bûye şeř,
ku bûye ceng,
tu dibû serdar.
tu bû nijdevan.
her tu bû piştimêr.
ji bo çi
tu bikî,
xelk bixiwe?
her ji keda xwe
bimînî bê par?!
ji dilpakî,
bi dilqencî,
bêyî xapandin?!
bimînî li paş,
ẍulamê neyar?!
bese ho!
çavê xwe veke!
da ku carek din,
wekî her car,
neyî xapandin.
baş binase
rya xwe,
armanca millet.
da gyanê kurd
bête vejandin..
azadî,
ji bo te,
ku bi tukesî,
bi tu ramanan,
neyê girêdan.
yek armanc.
yek rêzan.
xebatê bikî
ji bo kurdistan.
ji bo îro,
ev gotin besin,
heke zanbî,
ji min bibhîse,
şîreta biran.
an na,
dê bê xapandin.
ji dilpaqjî,
bibî parit ji bo
rovî û guran.