wełamî giřhawêj

Li pirtûka:
Wenewşe
Berhema:
MiḧemedSedîq Meḧmûdî (1937-1990)
 2 Xulek  804 Dîtin
kuře kurdêkî řûtełey cil şiř
kizełok, laremil, peşêw, dił piř
kone çoẍêkî way leberda bû
ewey lew mabû her de hewda bû
řankekey wek diłî let û pet bû
çi bû piştênekey? letê pet bû
mêzerêkî le ser bû şîtałî
ber bibowe. degeyye gîpałî
dîm ke danîştibû le ser çomê
çawî giryawî kirdibo gomê
her henasey ke hełdekêşawe
şemî jînî giřî delerzawe
çûme lay û kutim erê kake
bo çî way? pêm biłêy biram çake
bełkuzamit be mełḧemî tegbîr
çarekem xem neka diłit dagîr
lêy řwanîm be çawî piřfirmêsk
leşmî sûtand heta wekû ser êsk
day wiłamê, wiłamî giřhawêj
binkeyî meynet û xefet dařêj
bo çî negrîm wiçon nebarênim?
bo lexwên guł neřêjme dawênim?
bodebê kurd le xoşî bê beş bê?..
jînî wa tał û řojî wa řeş bê?
beşî her řûtî û hejarî bê
gyanî yexsîrî lêwbebarî bê?
koyletîy kurd be destî dujminî pîs
bote qaw, çeşnî kifrekey îblîs
kame îblîs? ewey ke îsti’mar
le kełek bazya deka boy dar
kurd netirsawe qet le zebir û zeng
bo çî danîştuwe edî bê deng?
bo tekanêkî wa le xo nada...
meçekî xwênmijanî kurd ba da
wirgyan hełdiřê be xencerî kurd
cerg û diłyan bi’encinê wird wird
pêkenîm û kutim biram degrî?
ya çya û çiř le dujminan degrî?
kakî çewsawe bo çî nazanî?
derdî me řapeřîne dermanî
kwa be xwênawî xoř le çaw řiştin...
ya dû ejno le baweş awîştin...
geş debê bo gelit gułî şadî
ya bizey dête lêwî azadî?
řapeře hatewe demî tołe
mêşkî dujmin dekeyne pirpołe