diłit megoře

Li pirtûka:
Wenewşe
Berhema:
MiḧemedSedîq Meḧmûdî (1937-1990)
 2 Xulek  842 Dîtin
ey diłberî şox û şeng û jîrim
tałankerî hoş û hest û bîrim
kwanê gułî min letawî toye
wa zamî diłim be taw û toye
ta dêyewe bîr diłopî çawim
detkê le diłim diłî şikawim
hî tînî ewîne dił giřîne
çaw řêjerî sed girêy girîne
diłdare hejar û dûrî jare
her jare beşî kesî hejare
gerçî be temen behare wextim
emma řeş û leş bebare bextim
bê wey ke bigate goř xezanim
nîzîke demî le goř xizanim
mirwarîy çemim le gone dexşê
sakarîy jyanî pê denexşê
çexmaxe eda bizem ke carê
bohewrî řiqit bexuř debarê?
to û kezyeyî kał wizułfî xawit
piřşingî betînî mestî çawit
hergîz be bizem diłit megoře
çon çepke gułêkî banî goře
to xwa werewe desa gułî geş
bo toy gułe awełaye baweş
azarî le tobřane hoye
cergim ke birînî wa le soye
em xoşîye axo dête řêman
bişkênê telîsmî dił biřî man...
maçî le demit ke bendî sipłe
pêm bexşî be kwêrî çawî sipłe
mał û dił û gyan û man û jînim
qurbanî eto dekem ewînim
herçî heme ba biçê be tałan
bo daxî giranî jîn betałan