bizey behar

Li pirtûka:
Wenewşe
Berhema:
MiḧemedSedîq Meḧmûdî (1937-1990)
 2 Xulek  1140 Dîtin
nîştimanim, ey kurdistan...
barge û biney lêna zistan!!
beharî cwanit hatewe
bo kurdekan, behatewe
le dawênî çya û herdan...
le ser nuçkey şax û berdan...
le gwê xiřan û laşîwan...
řemzî jyan buwe mîwan
***
řojî sed car defřê xeyał
berew hewrî gewał gewał
nîgay, degrête nêw baweş
lewêwe, kurdistanî geş
le dem bestênî řûbaran
kuřan dekirên guławbaran
poł pol kiçan komeł deken
awir le diłanda hełdeken
***
hewrîy hewr le şan deken
tofanî nûr pexşan deken
şayî degirin geřî şayî
qurbanî bê textî şayî
***
leser nuwałan em kate
serinc dîlî guł û kate
bonî hełałeye û beybûn
hetwanî nasorî derûn
çîmen ke dîtnî ser zewî...
serî beheşt deka newî...
qaqa kułî girt, lewe řa
kewt û řeş û şîn hełgeřa
***
gizîngî řapeřîw le xew
esřêtewe firmêskî şew
wekû peyamî řizgarî
bexşînewey jîne karî
***
bo bizey to mangî gułan
kiřnoş deken gułî çiłan
xoş wek katî gowendanî
dełêy mangî řêbendanî