şî’ir

Li pirtûka:
Wenewşe
Berhema:
MiḧemedSedîq Meḧmûdî (1937-1990)
 1 Xulek  1024 Dîtin
wek fûy řûḧî xwa, gyan weberhênê
peykerey hest bê
êlham bizwênî diłî nedwênî
ałoz û pest bê
***
wekû tewjimî gyan bê le nêw dił...
herbêt û biřwa
berew řûy amanc dił bênête çił
betîn ka biřwa
***
le řêy xebata wek serçawey taw
mêşkî bipřijê
diłopî germî piřşingî lenaw
komeła birjê
şî’ir ebê legeł xulî řojgar
nwê bibêtewe
ta neẍmey le naw gişt mêşk û demar
bizrîngêtewe
***
bibête taray bûkî şermînî
řazawey awat
bûkêk ke zaway dił piř’ewînî
bextyar ekat
***
nwênge û dyarîy terzî jyanî
gel û guro bê
le mêjûy jîna bo dwařoj kanî
wełamî «bo?» bê
mebest û watay kurt bê ya dirêj
berz bê, cwan bê
wek awî kanîy xîzełanî lêj
řûn û řewan bê
***
enca ba xuday text û baregay
şî’ir û selîqe
bo bextyarî û pîrozî biřway
bida le tirîqe