jwanî diłdarî
Li pirtûka:
            Wenewşe
        Berhema:
                MiḧemedSedîq Meḧmûdî (1937-1990)
        
             1 Xulek
             1928 Dîtin
        
        
    
                xozge bew şewey
to û min bûyn û xoşî bû
asman şabaşî
estêrey nêw koşê bû
tirîfey mangê
ḧerîrî ber leşt bû
gelawêj wirşey
le bizey çawî geşt bû
gułim, le xoşîya
bezim û badenoşî bû
çawit le kasey
gyanî min nazî deřjand
lêwim le lêwit
maç le dway maçî deřfand
serincî çawim
tund le bejinit hałabû
firîştey şadî
êmey le jêr bała bû
jwangeman, wêney
beheştî xoşî denwand
			
            
        to û min bûyn û xoşî bû
asman şabaşî
estêrey nêw koşê bû
tirîfey mangê
ḧerîrî ber leşt bû
gelawêj wirşey
le bizey çawî geşt bû
gułim, le xoşîya
bezim û badenoşî bû
çawit le kasey
gyanî min nazî deřjand
lêwim le lêwit
maç le dway maçî deřfand
serincî çawim
tund le bejinit hałabû
firîştey şadî
êmey le jêr bała bû
jwangeman, wêney
beheştî xoşî denwand